Sibat 11, 2023 17:29 Asia/Tehran
  • “Itamar Ben-Gvir”  fermana destpêkirina operasyona ‘‘Dîwarê Berevanîyê-2’’yê da

Wezîrê Ewlehîya Navxweyî yê Rejîma Sîyonîst ku merivekî tundrê ye ferman da polîsê vê rejîmê ku ji sibê va operasyona nû ya bi navê ‘‘Dîwarê Berevanîyê-2’’yê li Qudsa dagirbûyî dest pê bike.

Nivîsgeha Wezîrê Ewlehîya Navxweyî yê Rejîma Sîyonîst “Itamar Ben-Gvir” di daxûyanîyekê da bilî ragihandina destpêbûna operasyona nû ya ‘‘Dîwarê Berevanîyê- 2’’ li Qudsa dagirbûyî idia kir ku armanca vê operasyonê desteserkirina cihînerên operasyonê berî bicihanîna wê û sekinandina wan cure operasyonan di qonaxên berayî da ye.

Ciwanekî sîsalî yê filistînî roja Înîyê di encama operasyoneke şehadetxwazîyê da li Qudsa dagirbûyî, 2 bajaroknişîn kuştin û 7 kes jî birîndar kirin ku piştî vê operasyonê rexneyên himberî Wezîrê Ewlehîya Navxweyî yê Rejîma Sîyonîst zêde bûn.

Navendeke ragihandinê ya filistînî jî ragihand ku çakakî û pêngavên gelê Filistînê yên berxwedêrane himberî dagirkerên sîyonîst li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê û Qudsa dagirbûyî zêde bûne.

 

Serepeyv