Hizbullah: “Amerîkayê agirê qeyranê li Libnanê gurrr kir”
Serokê Fraksyona Hizbullaha Libnanê pêgirî kir ku biryara Amerîkayê ji bo lawazkirina ‘‘Bereya Berxwedanê’’ ya Libnanê agirê qeyrana li v îwelatî gurr kir.
Serokê Fraksyona Wefadarê Hizbullahê li parlimana Libnanê “Mihemed Re’d” got: “Dijminên me hewil didin qeyrana serokkomartîyê li Libnanê ji bo desthilatdarkirina serokkomarekî bi kar bînin ku sîyasetên wan bi cih bîne û plana xwe ji bo tengkirina meydanê ser ‘‘Bereya Berxwedanê’’da bikemilînin.”
Wî got: “Em ne ew kes in ku welêt tehtîl dikin belkî kesên ku dirav û bankên Libnanê zevt kirine û bi dorpêç, boykot û sîyasetên xwe bi dû serdestbûna li Libnanê ne, ev welata tehtîl kirine û nahêlin ku ceryan û alîkarîyên din bigihêjin Libnanê.”
Mihemed Re’d herwiha got: “Qeyrana ku em nika ji ber wê dinalin, ne encama sîyasetên şaş ên hikûmetên berê belkî encama biryara Amerîkayê ya gurrkirina agirê vê qeyranê bi merema lawazkirina berxwedanê û sernixûnkirina wê ye.
Amerîkayê ji ber vê yekê ev kara kir ku Bereya Berxwedanê plana asayîkirina berfire li herêmê têk da û di sala 2006an da himberî Israyîlê ser ket.”