Sibat 04, 2023 16:38 Asia/Tehran
  •  Nûçeya radestkirina 99 salî ya Kanala Suêzê bo Rejîma Siyonîst derew derket

Misrê nûçeyên belavbûyî derbarê radestkirina demdirêj a rêveberiya Kanala Suêzê bo kompaniyeke siyonîstî derew zanî.

Demek beriya niha bikarênerên torên civakî bi weşandina belgenameyekê îdia kirin ku bi girêbesteke 99 salî, rêveberiya Kanala Suêzê bo kompaniyeke siyonîstî hatiye spartin.

Kanala Suêzê çavkaniyeke derhatê ya sereke ji bo dewleta Misrê ye û rêya herî kurt di navbnera Ewropa û Asyayê û ji derbasgehên herî girîng li cîhanê ye.

Li gorî rapora Fars News'ê, Rêveberiya Kanala Suêzê roja Înîyê bi weşandina daxuyaniyekê, nûçeyên belavbûyî li nav torên civakî derbarê radestkirina 99 salî ya rêveberiya vê kanala navneteweyî bo kompaniyeke siyonîstî derew zanî.

Osame Rebî' Serokê Rêveberiya Kanala Suêzê di vê daxuyaniyê da tevî tekeziya li ser neduristbûna gotegotên belavbûyî di vî warî da got ku ev rêveberî pabendî berpirsyariya xwe ya civakî ya ronkirina hemî girêbestan bi awayên cûr bi cûr e.

 

Serepeyv