Operasyoneke din dijî sîyonîstan hat lidarxistin; çend sîyonîst li Qudsê hatin birîndarkirin
Çile 28, 2023 11:03 Asia/Tehran
Çavkanîyên medyayî ragihandin ku li Qudsa dagirbûyî operasyoneke din dijî sîyonîstan hat lidarxistin û çend bajaroknişîn hatin birîndarkirin.
Çavkanîyên medyayî ji zarê Dayra Ûrjansê ya rejîma Israyîlê ragihandin ku di encama operasyona bi çekê li Taxa Selwan li rojhilata Qudsa dagirbûyî da, çend sîyonîst hatin birîndarkirin.
Barak Rawîd nûçegîhanê emnî yê sîyonîst jî ragihand ku cihînerê vê operasyonê hat şehîdkirin.
Eva di halekî da ye ku şeva buhurî jî ciwanekî filistînî bi navê Xêyrî Elqim li Taxa Nebî Ye`qûb li bakura Qudsê bi çekê êrişî sîyonîstan kir û herî kêm 7 kes ji wan kuştin û 10 jî birîndar kirin.