Heft siyonîst li bakurê Qudsa dagirbûyî hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i339091-heft_siyonîst_li_bakurê_qudsa_dagirbûyî_hatin_kuştin
Çavkaniyên nûçeyan îniyê şevê ragehandin di encama êrişa bi çekê da li bakurê Qudsa dagirbşûyî, 7 siyonîst hatin kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 28, 2023 03:51 Asia/Tehran
  • Heft siyonîst li bakurê Qudsa dagirbûyî hatin kuştin

Çavkaniyên nûçeyan îniyê şevê ragehandin di encama êrişa bi çekê da li bakurê Qudsa dagirbşûyî, 7 siyonîst hatin kuştin.

Çavkaniyên nûçeyan ên Rejîma Siyonîst ragehandin di encama êrişa bi çekê li navçeya El-Nebî Ye`qûbê li bakurê Qudsê de,7 bajaroknişîn hatin kuştin.

Çavkaniyên nûçeyan ên Rejîma Siyonîst ragehandin ku di encama vê êrişê da, 15 kes jî birîndar bûn.

Polîsê  Rejîma Siyonîst ragehandiye, rewşa fîzîkî ya 5 birîndaran xirab e. Kuştina van 7 siyonîstan di halekî de ye ku roja pêncşemyê eskerên siyonîst êrişî kampa filistîniyan li bajarê Cênînê li  rexê rojavaya çemê Urdinê kirin ku di encamê de bi dehan filistînî şehîd bûn û 20 kes jî biîndar bûn.

Di eynî demê de, bi sedan filistînî û her wiha rayedarên Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê( HAMAS) duh bona diyarkirina hevgirtina xwe bi xelkê bajarê Cênînê re û şermezarkirina destdirêjiyên sîyonîstan li vî bajarî, kombûneke berfire ya nerazîtiyê li dar xistin û hêzên berxwedanê wek berteka li hember vê cinayetê, çend mûşek ber bi bajarên siyonîstnişîn va avêtin û piştî weşandina vê nûçeyê, pêleke şadî û kêfxweşiyê di nava filistîniyan de bi rê ket.