Çile 23, 2023 15:51 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Kuweytê bi fermî istîfa kir

Hikûmeta Kuweytê îro bi fermî istîfaya xwe pêşkêşî "Şêx Newaf Ehmed Cabir Sebah" mîrê Kuweytê kir.

Di rojên dawî da çavkaniyên kuweytî behsa gurrbûna nakokiyan navbera parliman û hikûmeta vî welatî kirin û îro hikûmeta Kuweytê istîfaya xwe pêşkêşî mîrê vî welatî kir.

Li gorî nivîsîna rojnameya El-Qebesê, hin mijar weke rapora Komîteya Darayî ya Hikûmetê, istîzaha "Ebdulwehab Reşîd" Wezîrê Darayîyê û "Berak El-Şîtan" Wezîrê Şêwirmend di karûbarên Desteya Wezîran da ji hegerên sereke yên istîfaya hikûmeta Kuweytê bûne.

Nûnerên kuweytî derbarê binpêkirina çarçovên qanûnî di danûstandina digel civînên parlimanê û baskên wê yên çavdêriyê da, hikûmeta vî welatî hişyar kiribûn û di eynî demê da tekez kiribûn ku her cûre pêngava ji bo nakokiya di karûbarên Parlimanê da napejirînin.

Nûnerên kuweytî ragihandin, nakokî li ser babetên navbirî dê berdîlan li ser vî welatî bisepînin û bi rêvebirina Kuweytê ber bi rêyeke nediyar va, dê welêt tûşî durêyaneke xeternak bîne.

 

Serepeyv