Bi dehan hezar kesî li Îsraîlê xwenîşandanek dijî Nêtanyahû li dar xistin
Bi dehan hezar kes ji bajaroknişînên siyonîst cardinê bona protestopkirina siyasetên Binyamîn Nêtanyahû li bajarên dagirbûyî yên Quds, Heyfa û Telavîvê derketin kolanan.
Hîna mehek ser pêkhatina kabîneya nû ya Nêtanyahû derbas nebûye ku gefa têkçûyîna wê heye. Di rojên derbasbûyî de, xwenîşandaneke berfireh dijî siyasetên kabîneya tundrê ya Nêtanyahû hat lidarxstin.
Hewldana kabîneya Nêtanyahû bo guhertin û sererastkirina qanûnên dadweriyê û hewla jibo zêdekirina desthilatên kabîneyê û parlemanê û kêmkirina desthilatên Dezgeha Dadê hegera vê xwenîşandanê ye.
Kanala 13`ê a Îsraîlê ragehand, li gor nirxanidinan, nêzîkî 110 hezar kes li Telavîvê tevlî xwenîşandanê bûne.
Li gor vê raporê, Yaîr Lapîd, serokê bereya opozosyonê di xwenîşandaneke dijî hikûmetê de, şeva derbasbûyî çû Telavîvê.
Bênî Gants, Wezîrê Berevaniyê yê berê yê Îsraîlê jî bi beşariya di vê xwenîşandanê de, bang li israyîlîyan kiri ku di vê xwenîşananê da beşdar bibin.
Bereya dijberê kabîneya Nêtanyahû di rojên derbasbûyî de, di hin daxûyanîyan de bang li xelkê kir ku dijî siaysetên kabîneya Nêtanyahû li bajarên curbicur ên dagirbûyî dest bi xwenîşandanê bikin.
Polîsê Îsraîlê bereberê xwenîşandanê dest bi girêdana hin kolanên sereke yên Telavîvê kiriye.
Heftiya buhurî jî nêzîkî sed hezar bajaroknişîn beşdarî xwenîşandaneke bêmînak a dijî kabîneya tundrê ya Nêtanyahû û biryarên wê bûn.