Sen`a: London pêkutîyê ser girankirina êşa gelê Yemenê dike
Wezareta Karên Derve ya Dewleta Rizgarkirina Netewî ya Yemenê pêkutîya Ingilîsê ser girankirina êşa gelê Yemenê û astengîderxistina Londonê ser rêya aştîyê şermezar kir.
Cêymz Karyokî dîplomatê dewleta Ingilîsê li NY vê dawîyê bi vê idiayê ku Ensarullah pêşîya hinardekirina niftê digire û bi vî karî dewleta Yemenê xistîye rewşeke xirab a aborî da, ji civaka navnetewî xwestibû ku hemî pêngavên ji bo kêmkirina vê bandorê rake.
Bi dû van gotinên dîplomatê dewleta Ingilîsê li NY, Dewleta Rozgarkirina Netewî ya Yemenê di daxûyanîyekê da ragihand: Gotinên balyozê Ingilîzê rola cinayetkarane ya Londonê di zêdekirin û girankirina pirsgirêkên gelê Yemenê da bi aşkirayî nîşan didin; ew gotin ray didin ku London li pişt şerê aborî yê dijî Yemenê ji wan sîyaseta dorpêçkirin û birsîhîştina gelê vî welatî ye.
Wezareta Karên Derve ya Dewleta Rizgarkirina Netewî ya Yemenê di vê daxûyanîyê da herwiha ragihand: Berpirsîya hemî kiryarên cinayetkarane yên li Yeemnê li ustîyê Amerîka û Ingilîsê ye û ew du welatana bi dû astengîderxistina ser rêya aştîyê li Yemenê ne.