Çile 20, 2023 14:46 Asia/Tehran
  • “Welatên rojavayî fikra xwe dane ser sepandina boykotên aborî ser welatên herêmê”

Sersekreterê Hizbullaha Libnanê got: “Welatên rojavayî fikra xwe dane ser girankirina dorpêçê û sepandina boykotên aborî ser welatên herêmê da.”

Sersekreterê Hizbullaha Libnanê Seyîd Hesen Nesrullah di axavtineke bi boneya salvegera sêyem ya damezirandina Navenda Lêkolîn û Belgekirinê li Libnanê da, girankirina dorpêçê û sepandina boykotên aborî ser welatên herêmê da wek çiqa sisêyan a plana Amerîkayê zanî û got: “Wisan ku em li Ukraynê dibînin, welatên rojavayî zivirîne serdema şerên biwekalet û Amerîka heta rê li ber alîkarîyên Îran û Rûsiyê û sermayeguzarîya welatên wekî Çîn û Rûsiyê li Libnanê digire ku ev kara bi wateya dorpêçkirina Libnanê ye.”

Sersekreterê Hizbullaha Libnanê Seyîd Hesen Nesrullah dîyar kir ku Amerîka nahêle pirsgirêka awaryên sûrî jî were çareserkirin û got: “Hemî libnanî hevdeng in ku divê ev pirsgirêka were çareserkirin lê Amerîka dijî vê yekê derdikeve.”

Wî herwiha got: “Nabe ku plan û panoramayên aborî li Libnanê ser bingeha hesabên şaş ên sîyasî ji wan hêvîdarbûna bi sazişê li navçeyê werin darêştin, ji ber ku ti lihevhatinek yê li herêmê pêk neyê.”

 

Serepeyv