Çile 17, 2023 17:30 Asia/Tehran
  •  Dora duyem a xelata navneteweyî ya 'Sulêymanî di Edebiyata Berxwedanê da' li Libnanê

Bijartiyên dora duyem a Xelata Navneteweyî ya 'Sulêymanî di Edebiyata Berxwedanê da' da êvara Sêşemiyê dê li Beyrûtê bên nasandin.

Li gorî rapora IRIB News'ê, Beşdarên dora duyem a xelata navneteweyî ya 'Sulêymanî di Edebiyata Berxwedanê da' li çar beşên roman, helbest, kurteçîrok û fîlmnameyê rikeberî dikin.

Îhab Hemade nûnerê meclîsa Libnanê û endamê Desteya Damezirîner a Xelata Navneteweyî ya 'Sulêymanî di Edebiyata Berxwedanê da', got: Bi sedan berhem bo sekreterxaneya me hatine şandin ku di dawiyê da 10 berhem di her beşê da yanî bi giştî 40 berhem beşdarî dadweriya her dawî bûne.

Hin helbestvan û nivîskar ji 11 welatan beşdarî dora duyem a xelata 'Sulêymanî di Edebiyata Berxwedanê da' bûne.

Seyid Hesen Nesrullah, Sekreterê giştî yê Hizbullaha Libnanê jî dê di vê merasimê da biaxive.

 

Serepeyv