Kanûn 31, 2022 17:53 Asia/Tehran
  •   Rayedarekî yemenî: “Bila Erebistana Seûdî desta ji lîstina bi êgir bikişîne”

Endamekî Konseya Bilind a Sîyasî ya Dewleta Rizgarkirina Neteweyî ya Yemenê temî da Erebistana Seûdî ku derheq rastîyên li Yemenê mukur were û desta ji lîstina bi êgir bikişîne.

Endamê Konseya Bilind a Sîyasî ya Dewleta Rizgarkirina Neteweyî ya Yemenê, Mihemed Salih Neîmî got: “Meyla Erebistanê ji bo kutakirina şêrr ew jî li gorî mercên wî welatî, tenê arizûyek berovajî mentiq, rastîyên meydanî û dîrokî ye.”

Neîmî pêgirî kir ku divê Erebistana Seûdî desta ji lîstina bi êgir bikişîne û got: “Ev rejîma nikare mafên gelê Yemenê berçav negire û bi aştî yan şêrr gelê Yemenê ji wan mafana bêpar bike.”

Vî rayedarê yemenî herwiha got: “Rejîma seûdî divê qebûl bike ku gelê Yemenê bi vîna xwe rastîyek cida ji tişta ku berî serhildana di 21ê Îlonê da hebû, sepand.”

Agirbesa leşkerî û mirovdostîyê ku bi insîyatîva Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Yemenê pêk hatibû, 3 mehan berî nika bi dawî hat û rejîma seûdî ji wê demê va êrişên giştalî ser Yemenê da didomîne.

Ji hêla din va, Şirketa Niftê ya Yemenê şeva buhurî ragihand ku hevalbendîya destdirêjker a seûdî 4 gemîyên din ên ardûhilgir ên Yemenê zevt kirin.

Berdevkê Şirketa Niftê ya Yemenê, Isam Mutewekil got: Gemîya Sî Edor tijî benzîn, gemîya Golf Îtoz tijî nift û gemîyên Prenses Xedîce û Soprano Sîrîn tijî mazot ji hêla Hevalbendîya Seûdî va hatin zevtkirin û wê hevalbendîyê nehîşt ku ew derbasî Bendera Hudeydeyê bibin.

 

 

Serepeyv