Kanûn 29, 2022 18:54 Asia/Tehran
  •  Qeter:

Rojnameya Al Liwaa ya Qeterê rayedarên Behreyên bi sûcê serkutkirina eşîrên bi koka qeterî tawanbar kirin.

Rojnameya Al Liwaa'yê roja Pêncşemiyê di raporekê ra nivîsî: Rayedarên behreynî pasportên vî welatî ji van kesan standine û ew ji mafên hemwelatîbûnê yên herî sade bêpar kirine.

Vê rojnameyê her wiha nivîsî: Ev kiryara bêhncet ji ber tirsa rayedarên behreynî ji koçberbûna komî ya van hemwelatiyan bo cihwarê bav û kalên xwe ye.

Rojnameya Al Liwaa'yê di dewamê da nivîsî: Betalkirina pasporta van eşîran û desteserkirina mafên kurên wan, binpêkirina rêzikên mafên mirov û hemwelatîbûnê li her welatekî cîhanê ye û behaneya wan jî ev e ku mimkin e ew rojekê vegerin welatê bav û kalên xwe û bi vê koçkirinê penageheke ewleh ji bo revîna ji zilm û zora rejîma Behreynê bibînin.

 

Serepeyv