Kanûn 29, 2022 14:08 Asia/Tehran
  • UNICEF’ê hişyarî da: Li Yemenê her 10 deqîqeyan zarokek dimire

Sindoqa Zarokan a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) derbara rewşa zarokên şerlêketî yên Yemenê da hişyarî da û ragihand: “Li Yemenê di her 10 deqîqeyan da zarokek ’bi hegereke ku dikare pêşî lê bê girtin’ dimire.”

Sindoqa Zarokan a NY’yê (UNICEF) di daxûyanîyekê da amajeyî vê yekê kir ku piştî destpêbûna şêrr li Yemenê 20 milyon û 700 hezar kes li vî welatî hewcedarê alîkarîyên mirovdostîyê bûne û zarokên yemenî jî di rewşeke gellekî metirsîdar da ne.

UNICEF’ê ragihand ku 7 sal piştî şêrr hela jî zarok li Yemenê ji mafên herî seretayî bêpar in, zêde ji 10 hezar û 200 zarok ji destpêka şêrr va hatine kuştin an birîndar bûne, nêzîkî 2 milyon û 400 hezar zarokên di bin temenê 5 salî da ji ber bedxwarekîya giran û zêde ji 500 hezar zarok jî ji ber bedxwarekîya gellekî giran dinalin û deverên Hece, Hudeyde û Teiz di vî warî da ketine ber zîyana herî zêde.

Di daxûyanîya Sindoqa Zarokan a NY’yê (UNICEF) da hatiye: “Tenê sedî 51 navendên tenduristî û dermankirinê yên Yemenê çalak in ku ew jî pêrgî kêmbûna berfire ya dermîn, alavên pizişkî û kadroyan bûne, lewma li Yemenê di her 10 deqîqeyan da zarokek ’bi hegereke ku dikare pêşî lê bê girtin’ dimire.”

 

 

Serepeyv