Hamas: Kabîneya Nêtanyahû rûyê cinayetkaran aşkira dike
Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) li Qudsê got ku kabîneya nû ya Rejîma Siyonîst bi serokatiya Bênyamîn Nêtanyahû rûyê cinayetkarên siyonîst aşkira dike û wiha tekez kir: Dijminê siyonîst tenê zimanê zorê tê fam dike.
Muhemed Hemade berdevkê Hamas'ê li Qudsê got: Helwêsta me derheq Rejîma Siyonîst a cinayetkar ev e ku ev rejîm ji bilî zimanê berxwedanê, ti tiştekî din fam nake.
Hemade got: Kabîneya siyonîstî ya rastgir û tundrê perde ji ser rastiya cinayetkarane ya vê rejîmê rakiriye.
Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê li Qudsê her wiha got: Helwêsta me derbarê kabîneya nû û her kabîneya ku li Israyîlê bibe desthilatdar, ev e ku tenê zimanê zorê û berxwedana li hemberî wê dê bi kêr were.
Hemade bi gotina vêya ku cenga 'Şûrê Qudsê" hemî qad û bere ji bo piştevaniya ji Mizgefta Eqsayê bi hev ra kirin yek, wiha domand: Ev şûr yê heta derxistina dagirkeran ji Qudsê û rizgarkirina Mizgefta Eqsayê nekeve nav kalanê.