Plana bitaluke ya sêdaredana komkî ya neyaran li Erebistana Seûdî
Çavkanîyên haydar ragihandin ku rêjîma binemala seûdî planeke bitaluke ji bo destpêkirina dewreke nû ya sêdaredana komkî ya neyarên erebistanî bere berê sala nû ya zayînî amade dike.
Rayedarên Erebistanê lê digerin sala nû ya zayînî wek dapêçekê bo cinayetên xwe bi kar bînin, çawan ku di sala 2016ê da, herîkêm 50 kes ji wan çend zarok di dawîya kanûnê da bi darve kirin.
Rayedarên seûdî li gorî vê yekê ku nika welatên ewropî û Amerîka mijûlê amadekarîya bo cejnên sala nû ya zayînî ne, dil hene vê yekê bi awayekî narewa ji bo darvekirinên nû bi kar bînin.
Çavkanîyên bawrpêkirî hişyarî dan ku rêjîma binemala seûdî ku berî vîya jî di betlaneyên sala nû ya zayîdî da dest bi sêdaredanê kirîye, diqewime di Krîsmesa sala 2023an da careka din plana bitaluke ya qirrkirina neyaran bi cih bîne.
Tê gotin ku rêjîma binemala seûdî dil heye di dewra nû ya sêdaredanan da, ustîyê herî kêm 60 kesên neyar jê ke.
Rayedarên seûdî di 2 hefteyên buhurî da hevgavê pêşbirkên Kupa Cîhanî ya 2022an a Qeterê herî kêm 20 kes ji wan 12 bîyanî bi darve kirine.