Kanûn 15, 2022 18:27 Asia/Tehran
  • Parlimana Libnanê dîsan jî nekarî serokomarê nû hilbijêre

Civîna dehan a parlimana Libnanê ji bo destnîşankirina serokomarê vî welatî yê nû bê encam ma.

Mêdyayên Libnanê ragihand ku civîna dehan a parlimana vî welatî ji bo bijartina serokomarê nû jî ku îro hat lidarxistin, bê encam ma.

Di civînê da ti berbijarekî nekarî du ji sêyê dengên parlimanteran bi dest bixe, lewma ev civîna bê encam bi dawî hat.

Serokê parlimana Libnanê vê carê jî weke carên buhurî got ku Pêncşema bê yê civîna bijartina serokomar were lidarxistin.

Mîşêl Ewn serokomarê Libnanê yê berî di Cotmeha sala 2016an di civîna parlimana Libnanê da wek serokomar hat bijartin û di 31ê Cotmeha buhurî da, dewra serokatîya wî bi dawî hat û serokomarê nû ji wê demê va hê nehatîye desnîşankirin.

 

Serepeyv