Kanûn 11, 2022 19:54 Asia/Tehran
  • Yemenê derbarê talankirina çavkaniyên enerjiyê hişyarî da kompaniyên biyanî

 Wezîrê Niftê yê Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê, derbarê talankirina çavkaniyên enerjiyê yên vî welatî de hişyarî da kompaniyên biyanî.

Ehmed Dares, Wezîrê Niftê yê Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê ji kompaniyên biyanî xwest ku beriya her karekî têkildarî çavkaniyên Yemenê bi Senayê re bikevin gotûbjê û derbarê dûhatên xirab ên cidînegirtina gefên Senayê hişyarî da.

 Wezîrê Niftê yê Yemenê her wiha got: Sena li hember her cure gurrkirina nakokiyan ji aliyê hevalbendiya Destdirêjkir di warê aboriyê de yê bêdeng nemîne.

 Pêştir jî Ebdulezîz Bin Hebtûr, Serokwezîrê Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê hişyarî dabû talankerên çavkaniyên niftê yên vî welatî ku ger nêzikî benderên Yemenê bibin yê rastî berteka artêşa vî welatî werin.

 Li gor nûçeyeke din, Hevlabendiya Seûdî di şev û roja buhurî de parêzgeha Hudeydeya Yemenê da ber êrişa bi mûşek û topan.

 Odeya Operasyona artêş û Komîteyên Gelanî yên Yemenê li parêzgeha Hudeydeyê ragihand xwefirrên keşfê yên hevalbendiya Seûdî du caran hinek navçeyên Hîs û Cebeliyê bi rokêtan dan ber êrişan.

 Êrişên hevalbendiya Siûdî ya destdirêjker yên bi rokêtan ser navçeyên curbicur ên parêzgeha Hudeydeyê tim didomin.

 Ji aliyê din va, endamê nivîsgeha siyasî ya Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê got ku rêketina ewlehiyê di navbera Îmarat û Edenê neqanûnî ye

 Muhemed El-Bexîtî got: Li hember her cure gurrbûna nakokiya di encama lihevkirinameya Îmarat û dewleta Edenê emê bêdeng nemînin û em her cure kiryara Îmaratê wek kiryara Rejîma Siyonîst dizanin.

 

Serepeyv