Kanûn 05, 2022 11:33 Asia/Tehran
  •  Yehya Serî': Em amadeyî bersivdana bo her êrîşekê ne

Berdevkê Hêzên çekdar ên Yemenê got ku hêzên çekdar ên vî welatî ji bo bersivdana bo her êrîşekê amade ne.

Yehya Serî' Berdevkê Hêzên çekdar ên Yemenê got: Dijmin pêştir Sen'a û parêzgehên bombebaran dikirin; lê roja îro em dikarin bersiva her êrîşekê bi çend mûşek û xwefirran bidin û hêzên me yên çekdar karîn hevsengiyeke tirs û wehşetê digel dijmin pêk bînin.

Serî her wiha got: Hevsengiya vê dawiyê ku hêzên me yên çekdar di çarçoveya memûriyetên xwe ji bo piştevaniya ji çavkaniyên hakimiyetê weke nift û gaza Yemenê pêk anî, şiyana Yemenê ji bo pêşîlêgirtinê û pêşketina hêzên çekdar ji bo piştevaniya ji hakimiyet û çavkaniyên vî welatî selimandiye.

Erebistana Siûdî ji Adara 2015an va di çarçoveya hevpeymaniyeke ji çend welatên erebî ji wan Imaratê û bi alîkarî û çiraya kesk ji aliyê Amerîkayê va û piştevaniya Rejîma Siyonîst, êrîşên berfireh li dijî Yemenê ku welatê erebî yê herî belengaz e, dest pê kir.

Ji aliyê din va, nakokiya Erebistan û Imaratê û alîgirên wan li Yemenê li ser berjwendî û ewlewiyetan bûye sebeba gurrbûna kêşe û pevçûna navbera wan.

Piştî ku hêzên baska leşkerî ya Partiya El-Islahê ya ser bi Erebistana Siûdî karîn çalakiyên Konseya Veguhestinê ya başûr, mîlîtanên ser bi Imaratê li şaristana Sîûnê rawestînin û biryar dan çalakiyên wan li parêzgeha Hezermûtê jî kêm bikin, navbera wan û hêzên di bin piştevaniya Imaratê da li vê devera Yemenê pevçûnên giran dest pê kirine.

 

Serepeyv