Kanûn 04, 2022 18:43 Asia/Tehran
  • Gelê Behreynê li dijî serdana serokê Rejîma Siyonîstî xwenîşandan li dar xist

Gelê Behreynê bi lidarxistina xwenîşandanê, cardinê dijberiya xwe li hemberî serdana Îshaq Hêrtzok Serokê Rejîma Siyonîst bo axa welatê xwe ragihand.

 Îshaq Hertzok, Serokê Rejîma Siyonîst îro Yekşemiyê gihêşt balefirgeha Behreynê û vîdyoyên weşandî di torên civakî de nîşan didin xwenîşandana behreyniyan li navçeyên cur bi cur ên vî welatî bona şermezarkirina serdana Hêrtzok ya Menameyê didome.

 Komên djber ên behreynî jî di daxûynaiyeke hevpar de serdana Hêrtzok ya Menameyê şermezar kir. Di daxûyaniya hevpar a komên behreynî  yên serhildêr de hatiye, serdana Îshaq Hertzok asta tecrîda Rejîma Alê xelîfe nîşan dide.

 Hevgav ayetullha Şêx Îsa Qasim Serokê Tevgera Îslamî ya Behreynê di twîterê xwe nivîsî: Serdana serokê Rejîma Siyonîst serşûriyek bo rejîma Menameyê ye.

 Şêx Qasim tekez kir, Sazişkarî xiyanet e û lewitandina axa Behreynê bi pêngavên nehs ên Rejîam Siyonîstî serşûrî ye û şerefa gelê me wê yekê qebûl nake.

 

Serepeyv