Mijdar 28, 2022 10:42 Asia/Tehran
  • Nîgeraniya saziyên mafên mirov derheq çarenûsa Muhemed Qehtanî

14 rêxistinên berevanê mafên mirov ji wan Saziya Lêborîna Navneteweyî ji rejîma Bin Selman daxwaz kir ku derbarê çarenûsa Muhemed Fehed Qehtanî ron bike.

Muhemed Fehed Qehtanî çalakê erebistanî yê  mafên mirov piştî bidawîhatina mehkûmiyeta xwe ya 10 salî wenda bûye û rayedarên Alê Siûdî cihê ragirtina wî aşkira nakin.

14 saziyên berevanê mafên mirov roja Yekşemiyê bi daxuyaniyekê nîgeraniya xwe derheq rewşa vî çalakê mafên mirov diyar kir.

Meha hevjîna Qehtanî got: Ew 34 roj berê piştî ku mehkûmiyeta wî temam bû, wenda bûye.

Muhemed Fehed Qehtanî mamosteyê berê yê aboriyê û ji damezirînerên Lijneya mafên sivîl û siyasî li Erebistana Siûdî ev nêzikî 10 salan e ku ji aliyê rayedarên siûdî va hatiye girtin.

Rayedarên ewlehiyê ew di sala 2012an da ji ber çalakiyên mafên mirov girt. Di halakeî da ku dadgehê di Adara 2013an da hikmê 10 sal zîndanê û piştî bidawîhatina van deh salan, 10 sal qedexetiya rêwîtiyê li wî birrî.

Tawana herî girîng a hilêxistî li dijî Muhemed Qehtanî rexnekirina ji siyaseta Bin Selman û wesifandina Paşatiya Erebistana Siûdî wek Dewleta Polîsî û Desthilata Leşkerî ye.

 

Serepeyv