Mijdar 28, 2022 09:48 Asia/Tehran

“Israyîl” û siyasetên wê yên mêtingerî û nijadperestane wek niqetya sist a siyaetên Amerîkayê li navçe û cîhanê ye; çi Waşîngton vê yekê bixwaze û çi jî nexwaze.

Li gorî nûçeya Malpera imaratî ya El-Xelîc El-Cedîdê, Atmosfera rejîma dagirker ji hêla siyasî va û girankirina siyasetên destdirêjîkirinê yên bajaroknişînan li Qiraxa Rojavayî ya Çemê Urdinê piştî hilbijartina Kinêsêta (Parlimana) Israyîlê, nîşana şehediyeke bihêz ji rûbirûbûna mezin li erdên dagirbûyî ye.

Bi gurrbûna van aloziyan li erdên 1948an çaverêtî heye ku nûnerê Amerîkayê di rûbirûbûna dige siyasetên îhtimalî yên kabîneya Netanyahû lawaz be.

Bê guman gurrtirbûna destdirêjiyên rejîma Israyîlê li erdên Qiraxa Rojavayî dê rewşê xerabtir bike û pêwîst e ku civaka navneteweyî berpirsyariya xwe ya pêkanîna xewna damezirandina du dewletan bi rêya gotûbêjê bi cih bîne.

Netanyahû di qopiya damezirandina hevpeymaniya nû da noqim bûye û ev yek nîşana qeyrana siyasî ya nû li hundirê rejîma dagirker e ku zû an dereng dê ev qeyran derbasî Amerîkayê jî bibe.

Ti şikek tune ku kêşe dê gurrtir bibin û pêşbînî tê kirin ku ev mijar dê hin nakokiyan di hevsengiya hêzan û nearamiyên jeopolîtîk da pêk bîne ku dewleta Joe Biden nekare wê kontrol bike.

 

Serepeyv