Mijdar 26, 2022 20:03 Asia/Tehran
  • Koma

Hekirên îranê bi têketina nav saziyeke girîng a istixbarata Rejîma Siyonîst, fîlma dûrbînên çavdêriya li ser teqîneke roja Çarşemiyê li Qudsa dagirbûyî bi dest xist û weşand.

Çarşemiya hefteya derbasbûyî du teqînên mezin li rawestgeheke utubûsê qewimîn ku di encamê da siyonîstek hat kuştin û 47 kes jî birîndar bûn.

Li gorî rapora Mehr Newsê ji zarê Malpera Sceurity Information Newspaper'ê, Li gorî piştrastkirina rayedarên Rejîma Siyonîst fîlmên weşandî eseh in û ayîdî vê saziyê ne û koma hekiran a bi navê "Gopala Mûsa" ev êrîş pêk aniye.

Vê komê di beşeke twîta ku bi zimanê farisî weşandiye da, xitabî rejîma siyonîst a dagirker nivîsiye: "Hûn ê êdî aramiyê nebînin."


 

Serepeyv