Mijdar 11, 2022 11:51 Asia/Tehran
  • Neîm Qasim: Hizbullah amadeyî têkoşîna dijî dijminê siyonîst e

Alîkarê Sekreterê gişt ê Tevgera Hizbullaha Libnanê hişyarî da, eger Rejîma Siyonîst di lihevkirina diyarkirina sînorên deryayî da nakokiyekê pêk bîne, Hizbullah ji bo tenbîkirin û rêgirtin li her cûre ehmeqiya vê rejîmê têra xwe bihêz e.

Li gorî rapora Fars Newsê, Şêx Neîm Qasim Alîkarê Sekreterê gişt ê Tevgera Hizbullaha Libnanê roja Pêncşemiyê got: Hizbullah amadeyî sekinîna li hemberî dijminê israyîlî ye û hêz û hevgirtina me li Libnanê ji bo sekinîna li hemberî pirsgirêkan, garantiyek ji bo diyarkirina sînorên deryayî ye.

Neîm Qasim bi gotina vêya ku Amerîka pêşengê dagirkeriyê li cîhanê ye, got: Amerîka zilmê li hemî gelê cîhanê dike. Ev dagirkerî ji bo Amerîkayê asayî ye, lê azadbûna gelan (bi nêrîna Amerîkayê) nayê qebûlkirin.

Qasim tevî amajeya bi vêya ku pêşeroj dê zêdetir ji berê biselimîne ku Amerîka dê nekare planên xwe li navçeyê - ku Berxwedan tê da heye - bi cih bîne, got: Dema ku wwelatên rojavayî dixwazin bêyî xerca rasterast destkeftekê bi dest bixin, qamçiya Israyîlê bi kar tînin.

Qasim di warê hilbijartina siyonîstî da jî tekez kir: Ev hilbijartin tiştekî naguherîne. Meseleyek heye û ew jî ev e ku dagirkerek li navçeya me bi navê rejîma Israyîlê heye. Loma ti ferqek nake ku kî serokwezîr be.

 

 

Serepeyv