2 keştiyên ardûya Yemenê ji aliyê Hevpeymaniya Siûdî va hatin desteserkirin
Mijdar 11, 2022 09:16 Asia/Tehran
Kompaniya neteweyî ya nefta Yemenê qala desteserkirina 2 keştiyên hilgira ardûya vî welatî Hevpeymaniya Siûdî ya Destdirêjker va kir.
Li gorî rapora IRNAyê, Kompaniya Neteweyî ya Nefta Yemenê Pêncşemiyê bi şev ragihand, Hevpeymaniya Siûdî ya destdirêjker 2 keştiyên bi navê bi navên Force Energy û Princess Halima ku ardû ji bo gelê Yemenê dibirin, desteser kirine.
Li gorî ragihandina Kompaniya Neteweyî ya Nefta Yemenê, ev 2 keştî pêştir ketibûn ber lêgerînê.