Libnan li dû diyarkirina sînorên deryayî digel Sûriyê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/rojhilata_navîn-i337610-libnan_li_dû_diyarkirina_sînorên_deryayî_digel_sûriyê_ye
Alîkarê Serokê Parlimana Libnanê daxwaza pêkanîna têkiliya "rastearst û aşkira" digel Sûriyê bi mebesta diyarkirina sînorên deryayî di navbera du welatan da kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 10, 2022 13:15 Asia/Tehran
  • Libnan li dû diyarkirina sînorên deryayî digel Sûriyê ye

Alîkarê Serokê Parlimana Libnanê daxwaza pêkanîna têkiliya "rastearst û aşkira" digel Sûriyê bi mebesta diyarkirina sînorên deryayî di navbera du welatan da kir.

Li gorî rapora roja PÊncşemiyê ya kanala El-Erebiyeyê, Ilyas Bû Se'b Alîkarê Serokê Parlimana Libnanê got: Dewlet divê bi awayê aşkira û rasterast û bêyî destwerdana di dosyeyên siyasî û navçeyî da, derbarê diyarkirina sînorên deryayî digfel Sûriyê têkilî bi vî welatî ra dayîne.

Ev daxwaza Ilyas Bû Se'b derdora du hefteyan piştî îmzzekirina lihevkirinameya diyarkirina sînorên deryayî navbera Libnan û Israîlê da hat hilêxistin.

Bû Se'b her wiha got: Sûriye û Libnanê du rêyên ciyawaz ji bo diyarkirina sînoran girtine ber xwe û ji ber vê yekê gelek nakokî hene û dibe ku zêde ji 800 kîlometreyên çarkunc an heta zêdetir ji navçeya kêşeliser di navbera Libnan û Israîlê da be.

Wî got: Diyarkirina sînoran nikare bilez û ji nişkê va pêk were; Sûriyê jî hin daxwaz hene.

 

Beriya vêya Mîşil Ewn serokomarê Libnanê jî Alîkarê Serokê Parlimana Libnanê wek berpirsê şopandina dosyeya diyarkirina sînorên deryayî bi Sûriyê ra tayîn kir.