Mijdar 10, 2022 07:30 Asia/Tehran
  • Jina amerîkî ya desteserbûyî li Erebistanê: Bi ti awayî serdana vî welatî nekin

Jina amerîkî piştî ku li nav torên civakî ragihand ji sala 2019an va li Erebistana Siûdî asê bûye, hat desteserkirin

Rojnameya Guardian'ê ya çapa Inglîzê nivîsî: Carly Morris jina amerîkî ya 34 salî di sala 2019an da serdana Erebistana Siûdî kir da ku keça wê ya biçûk bikaare li wir bavê xwe erebistanî bibîne. Wê ji wê demê va heta niha nekariye ji Erebistanê derkeve.

Li gorî rapora Rojnameya Guardian'ê, Ev jina amerîkî piştî ku di rojên vê dawiyê da li peyameke li Twitter'ê nivîsî ku ew û keça wê hatine xapandin û ji sala 2019an va li vî welatî asê mane, hat detserkirin. Wê ji kesên din ra şîret kir ku bi ti awayî serdana Erebistanê nekin.

Rayedarên amerîkî jî roja Sêşemiyê desteserkirina Carly Morrisê li Erebistanê piştrast kir.

Carly Morris roja Yekşemiya derbasbûyî piştî ku bo dozgeriya gelemperî li Riyazê hat bangkirin, bi sûcê alozkirina ewlehiya gelemperî li Erebistanê hat tawanbarkirin û piştî wê jî hat desteserkirin.

Guardian'ê nivîsiye ku ti nûçeyek derbarê çarenûsa keça vê hemwelatiya amerîkî li Erebistanê tune û sazî û rayedarên Erebistanê jî naxwazion ku bersiva pirsên di vî warî da bidin.

Rojnameya Guardian'ê di dewamê da nivîsiye, Dosyeya vê jina amerîkî li Erebistanê nîşan dide ku kesên bêguneh an dijber û rexnegirên hikûmeta Siûdî ji ber bikranîna torên civakî tên desteserkirin û tawanbarkirin.Çalakên mafên mirov ku dosyeya Morîsê şopandine dibêjin ew sêyemîn hemwelatiya amerîkî ye ku li Erebistanê hatiye desteserkirin û zîndanîkirin.

 

 

Serepeyv