Mijdar 07, 2022 17:54 Asia/Tehran
  •  Kampanyaya

Li pey belavbûna hun nûçeyan derbarê dayîna biryarên nû yên darvekirinê li dijî zîndaniyên baweriyê li Erebistana Siûdî, bikarêner û çalakên torên civakî kampanyayek bi navê "Tevkujiyê rawestînin" li dijî rayedarên Riyazê bi rê xistine.

Fuad Îbrahîm endamê Lijneya dijberên Nîvgirava Erebistanê di twîtekê da nivîsî: Me nebihîsstiye ku xwenîşanderek tenê ji ber beşdariya di xwenîşdanê da hatibe darvekirin; lê li Erebistanê mêrên cewan ji ber xwenîşandanê hatin serjêkirin.

Wî tekez kir: Bêdengiya hevpeymanên Erebistanê (di asta yekem da Amerîka, Inglîz, Fransa) li hemberî pêla serjêkirina xortên ku beşdarî xwenîşandana aştiyane ya Tevgera 2011an bûbûn, ne tenê gumanbar e, belkî li gorî bawera me nixûmandina vê cinayetê ye.

Vê dawiyê rêxistina ewropî-siûdî ya mafên mirov jî ragihand, rayedarên siûdî biryara darvekirina 15 zîndaniyên siyasî da; bi vî awayî hejmara kesên ku li vî welatî tûşî xetera darvekirinê ne, gihîştiye 53 kesî ku herî kêm 8 kes ji wan zarok in.

 

Serepeyv