Mijdar 03, 2022 19:14 Asia/Tehran
  • Şehîdbûna welatiyekî filistînî bi gulla bajaroknişînên siyonîst

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê şehîdbûna welatiyekî filistînî ku ji aliyê siyonîstan ve hat gullebarankirin ragihand.

Li gor nûçeya ajansa Şahab; Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di daxuyaniyekê de ragihand ku di şer û pevçûnên îro (Pêncşemê) de li bajarokê "Beyt Deqû" li bakurê rojavayê Qudsê, welatiyê filistînî "Davûd Mehmûd Xelîl Reyyan" 42 salî. bi guliên siyonîstan hat şehîdkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Davûd Mehmûd Xelîl Reyan” piştî birîndarbûna xwe bo nexweşxaneyeke bajarê Ramillahê hat veguhestin, lê di encamê de ji ber giraniya birînên xwe canê xwe ji dest da.

Ev duyemîn şehîdê filistînî ye ji devera Beyt Daqûyê di 24 saetên dawî de ji aliyê hêzên siyonîst ve hat şehîdkirin.

Duh, Çarşemê, jî hêzên dagirker ên siyonîst welatiyê bi navê Hebîs Ebdul Hefîz Yûsif Reyan yê 54 salî û xelkê bajarê Beyt Daqûyê şehîd kirin.

Bi salan e siyonîst ji bo bidestxistina armancên xwe yên geşepêdanê her roj êrişî deverên curbicur ên Filistînê dikin û filistîniyan şehîd û birîndar dikin an jî digirin.

Serepeyv