Dilnigeraniya ji pêla nû ya îdamkirina zindaniyên bawerî û derbirînê li Erebistanê
Hitmala destpêbûna pêla nû ya îdamkirina zindaniyên bawerî û derbirînê li Erebistana Seûdî ji riya mehkemkirinên formalîte, saziyên mafên mirovan gelekî dilnigeran kirine.
Rêxistina ewrûpî-seûdî ya mafên mirovan a ser navê`` Îdamên li Erebistanê rawestînin`` û `` tevkujiyan rawestînin`` derbarê îdamên komkî dijî deh kes ji girtiyan ji wan tezelav û kesên kêmtemen hişyarî da û daxwaza piştgiriya ji wan kesan kir ku rastî xetera îdamkirinê hatine.
Vê rêxistinê eşkere kir ku rayedarên Erebistanê hikmê îdamkirina 15 kes ji girtinên bawerî û derbirînê dane, bi vî awayî hejmara kesên ku rastî xetera îdamkirinê hatine gihêştiye 53 kesan ku herîkêm heşt kes ji wan zarok in û Rejîma Alê Seûd tim di pileya ewil a lîsteya van welatan de ye ku hejmara herî zêde ya îdaman hene û van cizayan berdewam bi kar tîne da ku bandorê bike ser mêr, jin û heta kesên bin temenê qwanûnî û eva di halekê de ye ku piraniya wan bi awayê nepenî û berûvajiya qanûna îslamî û qanûnên navneteweyî tên cezakirin.
Ji ber sansûra giran derbarê rewşa Erebistana seûdî û di halekê de ku Muhemed Bin Selman ser sloganên refomxwzaiyê pêgiryê dike, meselên seyr û ecêb derbarê malbatên erebistanî tên gotin, ji ber ku ewladekî wan ketiye zindanê an a nivîsarek di nav torên civakî de parvekirine û belav kirine, gelek îza dibin.