Li Lubnanê girtina terorîstên DAIŞê
Mijdar 03, 2022 15:19 Asia/Tehran
Artêşa Lubnanê desteserkirina çend kesên pêwendîdar bi koma têrorîst a DAIŞ`ê ragihand.
Li gorî rapora “Al-Ahed”ê, fermandariya artêşa Lubnanê bi daxûyaniyekê ragihand ku dewriyeya dezgeha îstixbarata Lubnanê çendîn DAIŞ`î ku dixwestin ji bo vê koma têrorîst çeteyan kom bikin û wan bişênin navçeyên nakokbar girtin.
Ev daxwiyanî amaje bi wê yekê dike, ku van terorîstên DAIŞê bi amadekariyên derûnî û cismî yên çeteyan û bi kirîna çek û bombeyan ji DAIŞê re, hinek kesên din amade kiribûn, da ku li hundirê Lubnanê dest bi êrişên terorîstî bikin.
Berî niha jî hêzên Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Lubnanê li Nebetiyê, çend endamên koma têrorîst a DAIŞ`ê ku berê li Sûriyê çalak bûn û bi rêyên neqanûnî derbasî Lubnanê bûbûne, nas kirin û girtin.