Mijdar 01, 2022 12:22 Asia/Tehran
  • Seredana Wezîrê Cengê yê Rejîma Sîyonîst a Tirkîyê… Armanc û planên wî

Seredana Wezîrê Cengê yê Rejîma Sîyonîst bo Enqereyê bereberê lidarxistina hilbijartina parlimana wê rejîmê, armancên curbicur hene ku ''xurtkirina peywendîyên digel Tirkîyê û hewla ji bo qanihkirina vî welatî ji bo rawestandina piştgirîya ji HAMASê bi merema tenêhîştina vê tevgerê li herêmê li gorî jordaçûna asta hebandina wê, yek ji wan armancana ye.

Li gorî nûçeya Malpera Şebekeya Al Ebaa'yê, Herwiha pêngavrakirina HAMASê ji bo nêzîkbûna li Dimeşqê û Mêhwera Berxwedanê di hefteyên vê dawîyê da bûye sebeb ku sîyonîst ji bo xurtkirtina peywendîyên xwe digel Tirkîyê û asayîkirina peywendîyan digel welatên ereb hewil bidin.

Meseleya din ew e ku Til Avîv piştî wajokirina rêkevtinama digel Libnanê, bi dû veguhestina beşeke enerjîya pêwîst bo Ewrûpayê ji rêya Tirkîyê ye, lewma bi dû xurtkirina peywendîyên digel Enqereyê ji bo hêsankirina wê veguhestinê ye.

Seredana Gants a Tirkîyê herwiha têkilî bi alûgurên vê dawîyê yên li Qerebaxê ra heye û li gorî vê yekê ku Îranê di hefteyên vê dawîyê da helwesteke tund û hişk himberî macerahezîyên hin alîyên herêmî li başûrê Qefqazê nîşan daye, Enqere û Til Avîv wek piştgirên sereke yên Komara Azerbaycanê hewil didin ku plannê xwe di vî warî da hevaheng bikin.

 

Serepeyv