Cotmeh 31, 2022 12:41 Asia/Tehran
  • Necîb Mîqatî: Danasîna dewleta Libnanê wek destjikarberdayî bêyî hinceteke qanûnî ye

Serokwezîrê karrêkxer ê Libnanê tevî tekeziya li ser vêya ku dewleta wî dê xebata xwe bidomîne, danasîna dewleta Libnnaê wek destjikarberdayî û istîfakirî bêyî hinceta qanûnî zanî.


Mîşil Ewn sserokomarê LIbnanê roja Yekşemê 30ê Cotm,ehê di roja xwe ya karî ya herî dawî wek serokomarê Libnanê dewleta Libnanê wek destjikarberdayî zzanî û hikmê qebûlkirina isstîfaya dewletê îmze kir.

Necîb Mîqatî Serokwezîrê karrêkxer ê Libnanê hikmê serokatiyê ya îmzekirî ji aliyê Mîşil Ewn serokomarê vî welatî va ku li gorî wê dewleta Libnanê wek destjikarberdayî dide zanîn, red kir.

Mîqatî her wiha got: Dewlet dê hemî erkên xwe ji wan pêşdabirina karûbaran li gorî qanûna bingehîn bidomîne. Hikmê qebûlkirina destjikarberdana dewletekê ku pêştir li gorî hikmên qanûna bingehîn dest ji kar berdaye bêyî her cûre nirx û hinceteke qanûnî ye. Bêguman hikmê yê serokatiyê ya qebûlkirina destjikarberdana dewleta destjikarberdayî, aliyê teblîxatî dişopîne û ne avaker e.
 

Serepeyv