Cotmeh 31, 2022 10:05 Asia/Tehran
  • Piştî hişyarî û tirsandinê; hêzên destdirêjker û kirêgirtiyên wan divê peyama Sen'ayê cidî bigirin

Hêza asimanî ya xwefirran a Yemenê bi operasiyona xwe ya serkeftî ji bo pêşîgirtin li talankirina nefta xav a Yemenê bi rêya bendergeha El-Zebeyê, hin peyam dan dijmin û vê carê ev

peyam li gorî şîreta rêberên înqilabî, siyasî û leşkerî yên Yemenê, divê peyameke hişyarker a bihêz be ku dijmin wê cidî bibîne.

Li gorî nûçeya Yemeni Press'ê, Mafyaya talankirina neft û heyîtiyên Yemenê ji aliyê Hevpeymaniya Siûdî ya destdirêjker va ku bi rêya kirêgirtiyîn wan ên xwecihî pêk tê, hertim fêr bûye ku bi talankirina neft û heyîtiyên Yemenê, gelê vî welatî di nava renc û dijwariyê da bihêle.

Peyama hêzên yemenî ev e ku ji niha û pê va, hemî bendergeh û derbasgeh di bin kontrola hêzên yemenî û Hêza asimanî ya xwefirran a Yemenê da ne. hêzên destdirêjker û kirêgirtiyên wan divê peyama Sen'ayê cidî bigirin û bi berpirsyarî pê ra rûbirû bibin.

Yemeni Press'ê her wiha nivîsiye: Ew her wiha divê bizanin ku Sen'a û hêza wê ya leşkerî û siyasî dê ti wextî îzna talankirina neftê û dizîna heyîtiyên Yemenê nede, ji ber ku talakrina neft û heyîtiyên Yemenê dibe sebeb ku tevahiya gelê Yemenê ji wan kedkarên beşên cûr bi cûr ji mafên xwe yên jiyanê yên herî sade jî bêpar bibin.

 

 

Serepeyv