Cotmeh 30, 2022 21:15 Asia/Tehran
  • Michel Aoun îstifakirina hikûmeta Lubnanê ragihand û bi xwe jî gihêşt dawiya serokomariya xwe

Serokomarê Lubnanê di roja dawî ya karê xwe de destûrê îstifakirina hikûmeta vî welatî îmze kir û îstifakirina vê hikûmetê bi fermî ragihand.

Li gorî rapora kanala Al-Mayadeen, “Mîşêl Ewn” (Michel Aoun) îro Yekşemî 30ê Cotmehê di dawîn roja xwe ya kar di posta serokomariya Lubnanê de, îstifaya hikûmeta Necîb Mîqatî qebûl kir û fermana îstîfayê îmza kir.

Herwiha îro roja dawî ya karê Mîşêl Ewn wek serokomarê Lubnanê ye û piştî şeş salan ji koşka serokatiyê derdikeve.

Merasîma bidawîhatina dewreya serokatiya Mîşêl Ewn jî îro li Koşka Serokomariya Lubnanê li Beyrûtê bi awayekî sembolîk li darket û tê de Ewn bi fermî xatir ji vê postê xwest.

Serokomarê Lubnanê yê 89 salî îro dest ji vê postê berdide û di vî halî de ji ber nakokiyên navxweyî, parlemana Lubnanê tevî lidarxistina 4 rûniştinan nekarî serokomarekî nû hilbijêre.

Serepeyv