Cotmeh 30, 2022 10:31 Asia/Tehran
  • Li El-Xelîlê 6 siyonîst hatin kuştin û birîndarkirin

“Mihemed Kemal El-Ceiberî” şervanekî filistînî li bajarokê siyonîstî yê “Kerîat Erbei” li El-Xelîlê (Hebronê), siyonîstek kuşt û 5 kes jî birîndar kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, ev operasiyona ku bû sedema şehîdbûna El-Ceiberî, li nêzîkî mala Îtmar bin Xefîr endamê Kenesseta Rejîma Siyonîst hat lidarxistin.

Medya siyonîst ev operasyon piştrast kir û ragihand ku rewşa 2 kesên ku di vê operasyonê de birîndar bûne xedar e.

Ev operasiyona şehadetxwazane di demekê de ye ku roja înê, leşkerên siyonîst li nêzîkî xala pişkinînê ya leşkerî ya Heware li başûrê Nablusê bi gullan “Îmad Ebû Reşîd” (47 salî) şehîd kirin û 2 kes jî birîndar kirin.

Sêşema bihurî jî li Nablusê di şerê navbera şervanên berxwedanê û hêzên siyonîst de 6 filistînî şehîd bûn û 33 filistînî jî birîndar bûn.

Şert û mercên navçên dagirbûyî yên van rojana bi taybetî li Şerîeya Rojavayî pir taybet e û têkoşerên filistînî bi her awayî bersiva cinayetên bêhejmar ên siyonîstan didin û vê yekê jî şert û mercên taybet ji bo siyonîstên dagîrker çêkiriye.

Serepeyv