Cotmeh 28, 2022 11:56 Asia/Tehran
  • Mîşil Ewn: Mîqatî ti biryarek ji bo damezirandina dewleta nû tune

Serokomarê Libnanê tekez kir ku serokwezîrê vî welatî yê demkî meyl û meraqek ji bo damzirandina dewletê tune.

Libnan di mehên dawî da tûşî qeyrana aborî bûye.

Gotûbêjên damezirandina dewleta Libnanê hîn negihîştiye ti encamekê û nakokiyên derbarê terxankirina wezaretan hema wisa didomin.

Nakokiya Mîşil Ewn û Mîqatî li ser pêkhateyekê ye ku serokwezîrê demkî raber kiriye.

Ev pêkhate 24 wezîr tê da ne; lê Mîşil Ewn israr dike ku wezîrên enêrjiyê hema wisa ji xirîstiyaniyan bin.

Wî roja Înê di gotûbêja bi Kanala LBC'yê da got: Necîb Mîqatî serokwezîrê Libnnaê yê demkî naxwaze tiştekî raber bike û meylek jî ji bo damezirandina dewleta nû tuneye.

Serokomarê Libnanê got: Ez di bereberê îmzeya destûra istîfakirina dewletê da me.

 

 

Serepeyv