Cotmeh 26, 2022 10:51 Asia/Tehran
  • Li seranserê Şerîeya Rojava piştî şehadeta 6 filistîniyan grev û dest jikarberdanê hat lidarxistin

Bûyerên li Nablus û Ramallahê û şehîdbûna 6 filistînî li êrîşa hêzên siyonîst ser bajarê Nablusê bû sedema grev û dest jikarberdana seranserî ya niştecihên Şerîeya Rojavayê Çemê Urdinê.

Leşkerên siyonîst sibeha Sêşemê (duh) di êrişa ser bajarê Nablus û Ramellahê li Şerîeya Rojava ya Çemê Urdinê de 6 filistînî şehîd û 22 filistînî jî birîndar kirin.

Li gorî rapora “El Quds El Erebî”, filistîniyên niştecihên Nablus û Ramellahê bi armanca şermezarkirina cinayeta nû ya rejîma dagirker a li dijî gelê Filistînê û şehîdkirina 6 filistîniyan, li parêzgehên Şerîeya Rojava dest bi grevê kirin.

Filistîniyên ku li Şerîeya Rojava dijîn herwiha li ser vexwendina komên filistînî li kuçe û kolanên bajar, bajarok, gund û kampên Şerîeya Rojava meşiyan û ev cinayeta siyonîstan şermezar kirin.

Beşdarên vê meşê bêdengiya civaka navdewletî li hember tawanên berdewam ên rejîma dagîrker şermezar kirin û daxwaza piştevaniya navdewletî ji filistîniyan kirin.

Li gorî vê raporê, çalakvan û komîteyên berxwedana gelanî û komên filistînî li Cenîn, El-Xelîl (Hebron), Beytlehim û Ramellahê pêştir banga lidarxistina xwepêşandanên girseyî kiribûn.

Siyonîst ji bo bidestxistina armancên xwe yên zêdexwazî û zêdegaviyê her roj êrişî deverên curbicur ên Filistînê dikin û filistîniyan şehîd, birîndar û desgîr dikin.

Serepeyv