Cotmeh 25, 2022 10:59 Asia/Tehran
  •  Dubarekirina ezmûna kivşkirina sînorê deryayî

Komên sîyasî yên Libnanê hewil didin ku atmosfera erênî ya bi dû lihevkirina têkildarî kivşkirina sînorê deryayî di navbera vî welatî û Filistîna Dagirbûyî da, bi kar bînin.

Li gorî nûçeya Malpera Lebanon24ê, Mîşêl Ewn Serokomarê Libnanê hewil dide berî kutabûna dewra serokomartîya wî, ezmûna dîyarkirina sînorên deryayî dubare bike, nemaze ku hin rêvebirên Bereya Azad a Netewî ya Libnanê ji wî ra gotiye ku alûgurên vê dawîyê li vî welatî ji bo piştgirîya ji Ewn bûne ji ber ku Bereya Azad a Netewî morala xwe ji nû ve bi dest xistîye û ji bo berevanîya ji sozên xwe xurt bûye.

Ewn hez dike muzakireyên kivşkirina sînorên deryayî digel Sûrîyê li bakur jî dest pê bike lewma biryar daye ku desteyekê bişîne Dimeşqê. Ewn dizane ku ji bo lihevkirina digel Dimeşqê hewcedarê demê ye û ev mijara zêdetir sîyasî ye ne teknîkî.

Dewleta Libnanê herwiha amadekarîyên vegerandina awareyên sûrî bo welatê wan dest pê kirine û bere bere bi dehan hezar awareyên sûrî terka axa Libnanê didin ku ev yeka dê alîkarîyê bide başkirina rewşa sîyasî û aborî ya Libnanê.

Herwiha meseleya kivşkirina sînorên deryayî di navbera Libnan û Qibrisê da jî hatîye hilêxistin û eva bi vê wateyê ye ku rewş û atmosfera têkildarî kivşkirina sînoran erênî ye.

 

Serepeyv