Cotmeh 24, 2022 17:31 Asia/Tehran
  •  Parlimana Libnanê dîsan nekarî serokomar bibijêre

Parlimana Libnanê bo cara çarem di bijartina serokomarê vî welatî da ser neket da ku rewşa siyasî li vî welatî şeş roj mayî bi dawiya heyama serokomariya Mîşil Ewn serokomarê niha, dijwar bibe.

 

Parlimana Libnanê îro bi beşdariya 110 nûneran hat lidarxistin û civîna dengwergirtinê ji bo bijartina serokomarê vî welatî bê encam ma.

Di vê dengwergirtinê, 50 belgeyên sipî bo nav sindoqê hatin avêtin û 39 deng ji bo Mîşal Muewez û 13 deng ji bo Libnan El-Cedîd û 10 deng ji bo Esam Xelîfe hatin avêtin û 2 deng jî wek betal hatin ragihandin.

Bijartina serokomarê LIbnanê hewcetî bi dengê sê fuyê nûnerên parlimanê heye.

Li pey serneketina parlimana Libnanê di bijartina serokomar da, Nebîh Birrî serokê Parlimana Libnanê ragihand: Civîna din ji bo bijartina serokomar dê Pêncşemiya bê were lidarxistin.

Hin çavkaniyan li nav parlimana Libnanê duh ragihand ku nakokî hema wisa derbarê taybetmendiyên berendamê serokomariyê ne û gotûbêjên derbarê bijardeyan hîn dest pê nekiriye.
 

Serepeyv