Cotmeh 24, 2022 08:32 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Yemenê: Hevpeymaniya Siûdî li dû dewama şêrr e

Serokwezîrê Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê got: Hevpeymaniya Siûdî li dû dewama şêrr li Yemenê ye.

Serokwezîrê Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê di hevdîtina digel Martîn Şûp Rêveberê navçeyê yê Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor sipasiya çalakiyên însandostiyê yên Xaça Sor bi taybet di warê danûstandina hêsîran kir û got: Hevpeymaniya Siûdî ya destdirêjker hemî derfetên madî, dîplomatîk û medyayî ji bo dewama şerê Yemenê û belengazkirina gelê vî welatî bi kar tîne.

Bin Hebtûr tekez kir, şer û dorpêç bûye sebeb ku rewşa gelê Yemenê roj bi rojê xerabtir bibe.

Rêveberê navçeyî yê Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor jî di vê hevdîtinê da tekez kir ku Yemenê mijara pêşî ya Xaça Sor a navneteweyî û projeyên wê yên însandostiyê di asta cîhanê da ye.

Erebistanê bi piştevaniya Amerîka, Imarat û çend welatên din ji Adara 2015an va şerê Yemenê dest pê kir û ev welata bi tamî dorpêç kiriye.

 

Serepeyv