Cotmeh 20, 2022 11:15 Asia/Tehran
  • Ciwanekî filistînî bi gullên leşkerên siyonîst hat şehîdkirin

Şeva Çarşemê leşkerên siyonîst ciwanekî filistînî li Qudsa Rojhilat kuştin.

Li gorî rapora IRNA`yê, "Udî Temîmî" li operasiyona dijî siyonîstan li nêzîkî bajarê "Mealiyeh Edumîm" li rojhilata Qudsa dagirbûyî bi destê leşkerên siyonîst ve şehîd bû.

Li gorî vê raporê, Udî El-Temîmî di vê operasyonê de leşkerekî Îsraîlê birîndar kir.

Medyayên Siyonîstî ragihandin ku “Udî El-Temîmî” sebebkarê operasiyona 10 rojan berî niha li xala pişkinînê ya “Şuefatê” ye ku di encamê de leşkerekî siyonîst hat kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.

Zêdebûna têkoşîna çekdarî ya girûpên berxwedanê yên Filistînê bi taybetî li du bajarên Nablus û Cenînê ku bûne sembola berxwedanê yên li Şerîeya Rojavayî, rêberên Rejîma Siyonîst zêdetir ji berê xistine nav fukaran.

Beriya vê yekê siyonîst tenê li xema berxwedanê li navça Xezeyê bûn, lê van rojan berxwedana li Şerîeya Rojava ji bo rêberên Rejîma Siyonîst bûye kêşeyeke mezin.

Serepeyv