Cotmeh 18, 2022 15:07 Asia/Tehran
  • Hevpeymaniya Siûdî ya destdirêjker dest danî ser keştiyeke ardûyê ya Yemenê

Keştiyeke ardûyê ya Yemenê ji aliyê Hevpeymaniya Siûdî ya destdirêjker va hat desteserkirin.

Li gorî rapora kanala El-Mesîreyê, Kompaniya neftê ya Yemenê roja Sêşemiyê ragihand ku Hevpeymaniya Siûdî ya destdirêjker keştiya Imperious'ê ya benzîn ji bo Yemenê dibir, li nav avên vî welatî desteser kiriye.

Esam Mutewekil, berdevkê Kompaniya neftê ya Yemenê bi ragihandina vê nûçeyê got: Ev keştî xwedan destûr ji aliyê NY va bû û heta pêştir jî ji aliyê Hevpeymaniya Siûdî ya destdirêjker va ketibû ber lêgerînê.

Kompaniya neftê ya Yemenê her wiha Hevpeymaniya Siûdî ya destdirêjker û NY wek berpirsên tam ên dewama diziya deryayî û destdanîna ser berhemên neftê yên Yemenê da zanîn.

 

Serepeyv