Cotmeh 17, 2022 13:41 Asia/Tehran
  • Seraya El-Quds: Em 'Erîn Eswed'ê di qada şerê dijî Israyîlê bi ten nahêlin

Koma Seraya El-Qudsê, baska leşkerî ya Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê ragihand ku ew ê koma têkoşer a nûdiyarbûyî ya bi navê 'Erîn El-Eswed'ê di qada şerê dijî dagirkerên siyonîst li Qiraxa Rojavayî ya Çemê Urdinê bi tenê nehêle.

Gordanên Cinînê yên ser bi Seraya El-Qudsê, baska leşkerî ya Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê bi daxuyaniyekê ragihand: Eger dagirker êrîşî ser koma têkoşer a Erîn Eswedê li bajarê Nablosê bikin, dê rawestgehên lêgerînê yên dagirkeran li derdora bajarê Cinînê ewleh nemînin.

Gordanên Cinînê di daxuyaniya xwe da tekez kir: Em û Erîn Eswed û hemî têkoşerên Nablosê di rêyekê da ne û armanceke me heye û em ê li tenişta wan tê bikoşin; heta eger em neçar bin ji bo alîkariya birayên xwe têkoşean bişînin.

Koma têkoşer a filistînî ya nûdiyarbûyî 'Erîn Eswed'ê li Qiraxa Rojavayî ya Çemê Urdinê wek bersiva bo peyama hin berpirsên Rêxistina Xwesrer Filistînê derbarê îhtimala terorkirina endamên wê ji aliyê Rejîma Siyonîst va tekez kir; têkoşerên Erîn Eswedê tirsa xwe ji mirinê tunene û ev hişyarî dê wan di şerê dijî dagirkeran da ranewestîne.

Serepeyv