Bandorên kêşeya neftî ya Amerîka-Erebistanê li sser peywendiyên çekdariyê yên Inglîzê û Riyazê
Rojnameya Guardian'ê nivîsî: Kêşeya di navbera dewleta Joe Biden û Erebistanê da ji ber kêmkirina berhemanîna nefta OPEC'ê, kompaniya pêşeyên berevaniyê û hewafezaya Inglîzê neçar kiriye ku ji du mişteriyên xwe yên pirrsûd, yekê bibijêre.
Li gorî nûçeya IRNA'yê ji zarê Guardian'ê, Piştî berteka bihêrs a Joe Biden li hemberî biryara OPEC Plus'ê, karkerên karistana "BAE Systems" ya çêkera balefirên şêrr li navçeya Whartonê ya devera Lankaşera Inglîzê li pey dûhatên vê biryara kartêla neftê ne.
Vê rojnameyê tevî amajeya bi nakokiyên di navbera dewleta Biden û Erebistanê li pey serneketina lobiya amerîkî ji bo pêşîgirtin li kêmkirina berhemanîna neftê nivîsî: Vê nakokiyên aniha pêşeya çekdariyê ya Inglîzê tûşî şepirzetiyê aniye.
Vê pêşeyê ku kompaniya BAE Systems, bazirganiya herî mezin tê da pêk tîne, tevî binpêkirina mafên mirovan li Erebistanê li pey kuştina Cemal Xaşiqçî, karî bi 5300 kedkaran çalakiya xwe li vî welatî bdiomîne.
Inglîz – û ompaniya BAE Systems – dibe ku neçar bin yekê ji nav Amerîka û Erebistanê bibijêrin.