Cotmeh 17, 2022 08:29 Asia/Tehran
  • Kabîneya Kuweytê ya nû hat nasandin

Şêx Newaf Ehmed Sebah roja Yekşemiyê pêkhateya nû ya kabîneya vî welatî ku serokwezîr û 15 wezîran digire ber xwe ragihand.

Di kabîneya Kuweytê ya nû da, Ehmed Newaf Ehmed Sebah, kurê mîrê vî welatî careke din wek serokwezîr û Telal Xalid Ehmed Sebah wek alîkarê yekem ê serokwezîr û wezîrê karên hundir hatiye tayînkirin.

Di vê kabîneyê da du wezîrên karûbarên civakî û Elektrîk, av û enêrjiyê jin in.

Endamên kabîneya dewletya Kuweytê roja 6ê Cotmehê yanî rojek piştî danasîna kabîneyê ji aliyê mîrê vî welatî va, îstîfaya xwe ragihandibû.

Hilbijartina meclîsa qanûndarêştinê ya Kuweytê ji bo hilbijartina 50 nûneran li dewsa meclîsa 2021ê ku mîrê vî welatî di Hezîrana derbasbûyî da ew hilweşand, roja 29ê Îlona 2022an hat lidarxistin.

Li pey vê hilbijartinê guherîneke berfireh di pêkhateya nûnerên meclîsê da pêk hat û dijberan sedî 60ê kursiyan bi dest xist.

 

Serepeyv