Ketina balafira bêpîlot a rejîma siyonîst li Nablusê
Çirî 15, 2022 05:37 Asia/Tehran
Berdevkê artêşa Reîma Îsraîlê şeva Înê piştrast kir ku balafireke bêpîlot a vê rejîmê li Nablusê ketiye xwarê.
Li gorî rapora IRNA`yê, Avikhay Adreî îdia kir ku balafira bêpîlot ji ber kêmasiyeke teknîkî ketiye xwarê.
Wî îdia kir ku ti tirsa derçûna zanyarî û agahîya vê drone tune ye.
Di vê derbarê de çapemeniya Îbranî şeva Çarşemê belav kir ku balafireke bêpîlot a rejîma Îsraîlê li bakurê El-Xelîlê ketiye xwarê.
Hat gotin ku ev drone di dema pevçûna bi ciwanên Filistînî re li bajarê Beyt Emr li bakurê El-Xelîlê hatiye xistin.
Serepeyv