Cotmeh 13, 2022 15:12 Asia/Tehran
  • Taximeke Siûdî serdana Sen'aya Yemenê kir

Serokê Komîteya Neteweyî ya Karûbarên Hêsîran li Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê qala serdana taximeke Siûdî bo Sen'ayê kir.

Li gorî rapora Fars Newsê, Ebdulqadir Murteza, Serokê Komîteya Neteweyî ya Karûbarên Hêsîran li Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê qala serdana taximeke teknîkî ya Siûdî bo Sen'ayê di berdêla çûyîna taximeke Sen'ayê bo Riyazê da kir.

Serokê Komîteya Neteweyî ya Karûbarên Hêsîran li Dewleta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê her wiha got: Ev kar bi armanca karûbarên têkildarî lihevkirinekê ye ku li Urdinê pêk hatiye da ku lîsteya hêsîran ji bo danûstandina di qonaxa yekem da were diyar kirin.

Wî tekez kir: Ev serdan ji bo ceribandina rastiyê derbarê navên hêsîran û diyarkirina wan digel rastiyê pêk hatine û têkiliya wan bi ti dosyeyeke din a siyasî derbarê Yemenê tuneye.

Ji aliyê din va, Feysel Bin Ferhan wezîrê derve yê Erebistanê roja Çarşemiyê ragihand ku hewildanên ji bo dirêjkirina agirbesê li Yemenê hema wisa didomin.

 

Serepeyv