Cotmeh 08, 2022 19:59 Asia/Tehran
  • Hejmara şehîd û birîndarên filistîniyên êrîşa siyonîstan ser Cenînê zêde bûn

Di êrîşa îro (şemî) ya hêzên siyonîst ser kempa Cenînê de, 2 filistînî şehîd bûn û 11 kesên din jî birîndar bûn.

Çavkaniyên herêmî sibeha vê şemiyê ragihandin ku bi dehan dewriyên Rejîma Siyonîst çend saetan beriya niha ji bo lidarxistina operasiyoneke berfereh derbasî kempa Cenînê ya li kêleka rojavaya çemê Urdinê bûn û bi têkoşerên berxwedanê re ketine pevçûnê.

Li gorî rapora malpera Şehab News`ê, di êrişa îro ya hêzên siyonîst bo ser kempa Cenînê, 2 xortên filistînî bi navên “Mehmûd El-Sûs” û “Ehmed Muhemed Husên Zeraghme” ji aliyê dagirkeran ve hatin şehîdkirin.

Her wiha di vê êrîşa giran de ku di navbera leşkerên siyonîst û berxwedêran de rû dan, leşkerên siyonîst 11 filistînî birîndar kirin ku rewşa 3 ji wan giran e.

Di heman demê de çavkaniyên filistînî ragihandin ku di vê êrîşê de leşkerên siyonîst Ebû Zîne yek ji çalakvanên berxwedanê yên girêdayî tevgera Cîhada Îslamî girtin û ji vê kampê derxistin.

Çavkaniyên Filistînî pevçûnên îro yên li kampa Cenîn gelek dijwar bi nav kirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî bi weşandina daxuyaniyekê piştrast kir ku hejmara şehîdên şer û pevçûnên îro yên li Cenînê gihîştiye 2 kesan.

Hêjayî gotinê ye ku şert û mercên van rojan li herêmên dagirbûyî bi taybetî li Şerîeya Rojava gelek taybet e û têkoşerên filistînî bi her awayî bersiva cinayetên bêhejmar ên siyonîstan didin û vê yekê jî şert û mercên taybet ji bo dagirkerên Siyonîst re çêkiriye.

Serepeyv