Bi dawî hatina agirbestê û destpêkirina şer û pevçûnan di navbera aliyên şerê li Yemenê de
Çend roj piştî bêencammayîna gotbêjên aliyên yemenî derbarê rêkeftina dirêjkirina agirbestê li vî welatî, şer û pevçûn li parêzgehên El-Zale û Teizê di navbera hêzên girêdayî dewleta îstifakirî û hêzên Yemenê de dest pê kir.
Agirbesta li Yemenê ku li ser sê qonaxan û her carê bi pêşniyara Neteweyên Yekbûyî bo du mehan hatibû dirêjkirin, roja Yekşema borî bi dawî hat ji ber ku aliyên nakok ji bo nûkirina wê negihêştin rêkeftinekê. Hegereke negihêştina rêkeftinê eva bû ku hevpeymaniya êrişkar a Erebî di dema agirbestê de her roj ev peyman bin pê dikir.
Li gor nûçeya ajansa Sputnikê; leşkerekî yemenî îro Şemiyê ragihand, şeva borî di navbera hêzên girêdayî hikûmeta îstifakirî û hêzên Yemenê de şer û pevçûn derketin.
Li gorî vî çavkanî, piştî êrişên hêzên yemenî li ser baregehên leşkerî yên li deverên Bab Xuleq, El-Cub û El-Faxir li bakurê parêzgeha El-Zale, şer û pevçûn dest pê kir û di vê êrîşê de, hêzên yemenî bi topên xwe baregehên hêzên îstifakirî yên hikûmetê li Betar û El-Meşarîh li bakurê rojavayê vê parêzgehê kirin armanc.
Di heman demê de, şer û pevçûn di navbera her du aliyan de li parêzgeha Teizê li başûrê rojavayê Yemenê jî rû dan.