Cotmeh 07, 2022 08:56 Asia/Tehran
  • Ziyad Nexale: Xeze li hemberî cihûkirina Quds û Şerîeya Rojavayî sersar nîne

Sekreterê gişt ê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê got: Xeze li hemberî cihûkirina Quds û Şerîeya Rojavayî ya peravên çemê Urdinê û êrîşa li ser Mizgefta Eqsayê sersar namîne.

Ziyad Nexale, Sekreterê giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê di festîvala "Şerê me heta Qudsê didome" da li salvegera damezirandina vê tevgerê got: Xêra gelê Filistînê di xurtkirina Bereya Berxwedanê da ye; nabe ku em rê bidin Xeze sersar bimîne, dema ku Mizgefta Eqsayê bikeve ber êrîşê û Quds û Şerîeya Rojavayî bên cihûkirin.

Sekreterê giştî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê her wiha tekez kir: Dijminê me yê siyonîst hewl dide ku îdealên Filistînê bike mijareke însanî û bi tawîzên aborî veşêre da ku ruhê berxwedanê bitemirîne..

Nexale bi gotina vê yekê ku gel û Berxwedana Filistînê berpirsyariya parastina erdnîgarîyê nemaze pîrozgehên xirîstiyanî û îslamî girtiye ustiyê xwe, got: Li Qudsê projeya siyonîst a li ser hîmê îluzyona hêzê û Telmûdê têk diçe û heta ku Rejîma Siyonîst ji vî bajarî derbikevin emê pê re şer bikin.

Serepeyv